✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Amed

Amed

Hozan Kawa · Şarkı Sözleri
Amed tu yî cih û warê Meda yî
Xeml û rewşa te bi cihan(Husnî) deng daye
Hilgirtin ala te keç û xorta ye
Hey hey hey hey ey Amed, can Amed

Amed e bajarê egîdan î
Amed e berxwedana Mazlûman î
Amed e tu rûmeta me Kurdan î
Hey hey hey hey ey Amedî can Amed

Dorhêla te civiyane keçên çeleng
Ji bo azadiya te didin şer û ceng
Ji bo te xwe fida kirin egîd leheng
Hey hey hey hey ey Amed, can Amed

Dayikan bi navê te dergûş hejandin
Bi hesreta te lorîk mejandin
Amed te xem û kederan revandin
Hey hey hey hey ey Amed, can Amed

Gotin û Muzîk: Kawa
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.