Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Avesta

Avesta

Ali İnanır · Şarkı Sözleri
Avestaya Xabûr im
Gewr û rind û pir çûrr im
Di şer de mîna şûr im
Kurd im ji vir ta esman

Xabûr im Dicle û Firat
Başok im baz û kelat
Li Hemam min da berat
Min hejand erd û esman

Bi tankan hatin ser min
Xwestin bibin qada min
Rast hatin li xwîna min
Min wek baranê barand

Ez im keçka Efrînê
Derman dikim birînê
Bila dijmin ji bibînê
Kerb û kîna ku diçand

Ez im şaxa zeytûnê
Mîna gul û beybûnê
Xemla jîn û hebûnê
Min hêza wan tev şikand

Şehîdên wê rêz bi rêz
Wek şîlanan xeml û xêz
Karwanê şehîdan bihêz
Min xwe bi karwan gihand

Li ser min qe nekin şînê
Welat Mem e, ez im Zînê
Ez zindî me, tim li jînê
Dara azadiyê min çand

Helbest: Besam Mîstefa
Muzîk: Ali İnanır
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.