Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Ax Bavê Min

Ax Bavê Min

Brader · Şarkı Sözleri
Bavêmin
Rojek derket ji malê
Diçû ser karê xwe
Ji bo ebûra malê

Rojek ne ewr û ne sayî bû
Kolan bê deng û xemgîn bûn
Diya min bi tirs û bi xof bûn
Kemîn bêbext û xayin bûn

Ew dîmen naçe ji ber çavê min
Di nava xwînê de bavê min
Dil sekinî çav cemidîbûn
Serê wî li ser çonga diya min

Ew dîmen naçe ji ber çavê min
Bavê min di nava xwînê de
Diya min di nava qêrîn girî de
Li kolanan ber mala me di nava bajêr de

Ax bavê min bavê min
Tu car naçe ji bîra min
Jibo Bakî Kiniş
Dema kurê şehîdekî ku ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin.
Dema bûyera qetilkirina bavê xwe di televizyonê de got,
ez gelekî mutessîrbûm û min ev helbest nivîsiye.

Gotin û Muzîk: Brader
Sal: 2006
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.