Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Axîna Bilbil

Axîna Bilbil

Sait Gezici · Şarkı Sözleri
Tu sorgul î, ez jî bilbil
Ji te ra dixwînim axîna dil
Evîna te hêlîn girtiye
Naderkeve ji nava dil

Teyr û çûkê pişta ewra
Dengê'm nagihê, ji min dûr a

Axîna min, nalîna min, gazina min,
Bibine ji wê ra
Qîrîna min, hewara min, gaziya min,
Bibine ji wê ra

Dengê te nayê ber guhê min
Bihna te nayê ber bihna min
Tu nabînî, tu nabînî,
Tu napirsî vî halê min.
Ma tu ji xwedê qet natirsî,
Tu napirsî vî halê min.

Êdî wera, gidî wera
Mirina xwe bi saxî, mi dî wera
Canê ciwan te kir talan
Ji bo xatirê xwedê wera
Canê ciwan te kir wêran
Ji bo xatirê xwedê wera

Dengê te nayê ber guhê min
Bihna te nayê ber bihna min
Tu nabînî, tu nabînî,
Tu napirsî vî halê min.
Ma tu ji xwedê qet natirsî,
Tu napirsî vî halê min.

Dengê te nayê ber guhê min
Bihna te nayê ber bihna min

Gotin û Muzîk: Tahsin Akgül (Tahsînê Mahsertî)
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.