✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Bêriya Te

Bêriya Te

Hozan Kawa & Alîn · Şarkı Sözleri
Li seyran û biharan
Çaxê diçin şûn wara

Hêsirê min dibarin
Mîna kanî û rûbara

Bi ax û silav û hakar
Deşt û zozan û zinar
Her cih bêriya te kiriye
Dixwazim bejna te yar

Kember û xilxala min
Terazîka mala min
Her cih bêriya te kiriye
De were ser sala min

Ji xwedana wan cila
Xweş tê hê tu bêhna gula
Her cih bêriya te kiriye
De were sebra dila
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.