Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Bê Te Nabe

Bê Te Nabe

Koma Awaz · Şarkı Sözleri
Tu roniya çavê min î
Tu delala dilê min î
Bilbil im tu gula min î
Bê te nabe

Ez bûme mem, tu zîna min
Can û ceger evîna min
Dûr nemîne were ba min
Bê te nabe, nabe nabe

Bê dê dibe, bê bav dibe
Bê te nabe
Bê nan dibe, bê av dibe
Bê te nabe
Bê mal dibe, bê hal dibe
Bê te nabe
Bê te nabe, nabe, nabe

Saniye li min saet e
Saet li min bûye hefte
Meh li min bûye salwexte
Bê te nabe
Çav hêsirim, dil birînim
Yan dimirim, yan dimînim
Her dem te bêrîya xwe tînim
Bê te nabe, nabe, nabe
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.