♫ ŞARKI SÖZLERİ
Bîranîn
Bîranîn
Gökhan Çiftçi · Şarkı Sözleri
Ey dilo jaro li ku ne,
Deşt û zozanê di min?
Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê di min?
Guh bide ber qîr
û nal û ah û waxanê di min
Min divê ku nûciwan bim
Biçime nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî?
Kanî bostanê di min?
Şahî û nûroz e îro
Tên semayê kesk û sor
Ah di bîra min de mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bilotik
Deng û xoşxwanê di min
Min di nav bax û rezan de
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê di min?
Serxweşê dengê bilûra(n)
Wî şivanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê di min?
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê di min
Ey Cegerxwîn bes bibêje
Pir dirêj e ev deram
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Gökhan Çiftçi
Deşt û zozanê di min?
Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê di min?
Guh bide ber qîr
û nal û ah û waxanê di min
Min divê ku nûciwan bim
Biçime nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî?
Kanî bostanê di min?
Şahî û nûroz e îro
Tên semayê kesk û sor
Ah di bîra min de mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bilotik
Deng û xoşxwanê di min
Min di nav bax û rezan de
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê di min?
Serxweşê dengê bilûra(n)
Wî şivanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê di min?
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê di min
Ey Cegerxwîn bes bibêje
Pir dirêj e ev deram
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Gökhan Çiftçi

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.