Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Bisk Bitêl

Bisk Bitêl

Aram Tîgran · Şarkı Sözleri
Bisikbitêl, biskbitêl
Here were bi hêle mêl
Biskbitêl, biskbitêl
Dîsa siba te bixêr

Sibe ye tavê daye
Bisk û tuncik badaye
Biskbitêl biskbitêl
Muhbeta nav dila ye

Sibe ye ro germijî
Ez û tu tev de dijîn
Biskbitêl, biskbitêl
Bi vê hesretê min dikûjî

Biskbitêlê delalê
Kerem ke were malê
Biskbitêl, biskbitêl
Têr nabim rûnêm balê

Biskbitêl keçka rind e
Çîçeka nava gund e
Biskbitêl, biskbitêl
Serê min jê bilind e

Gotin: Dîkran Melkiyan
Muzîk: Aram Dîkran
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.