Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Çavbeleka Min Tu yî

Çavbeleka Min Tu yî

Rojbîn Kizil · Şarkı Sözleri
Çavbeleka min tu yî
Porxeleka min tu yî
Sormeleka min tu yî
Jar û perişan im ez

Por xelek a min tu yî
Jar û perişan im ez

Sorperî ya min tu yî
Genzeriya min tu yî
Şeng û şox a min tu yî
Jar û perişan im ez

Şeng û şox a min tu yî
Jar û perişan im ez

Bejin bilindê tû yî
Pergal û rindê tû yî
Wek mûm û findê tû yî
Lê dil bi kovan im ez

Wek mûm û findê tû yî
Lê dil bi kovan im ez

Rûgerm û şêrin tû yî
Stêr û perwîn tû yî
Şêrîn û hem Zîn tû yî
Memê di zîndan im ez

Şêrîn û hem Zîn tû yî
Memê di zîndan im ez
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.