Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Çavreş

Çavreş

Temurê Tele · Şarkı Sözleri
Bona huba dilê te,
Min gelekî ser rêtiye,
Min çevê te hiz kiriye,
Û tu car bîr nekiriye.
Erê wele, erê wele,
Çevreş çevreş bona te,
Ez ketime deroder,
Ez te gelek hiz dikim,
Dil da te xwayî dikim.
Ax ew gerdena te,
Birî û bijangê te,
Ez ê çewa bîr bikim,
E wê bejn û bala te.
Erê wele, erê wele,
Çevreş çevreş bona te,
Ez ketime deroder,
Ez te gelek hiz dikim,
Dil da te xwayî dikim.
Ser çen çiya re derbas bim,
Ez te tu car bîr nakim,
Çevê te yî reş nav dil da,
Ez tu carî hinda nakim.
Erê wele, erê wele,
Çevreş çevreş bona te,
Ez ketime deroder,
Ez te gelek hiz dikim,
Dil da te xwayî dikim,
Erê wele, erê wele.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.