✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Çima Çima

Çima Çima

Fatê & Mehmet Şanlı · Şarkı Sözleri
Çavê min li bejna te ye
Dilê min têde heye
Haca te ji min tune ye
Lê gulê çima çima

Çavreş im gulîzer im
Gerdengaz û porzer im
Li her kesê nanêrim
Lê lawo nebê çima
Li her kesê nanêrim
Lo memo nebê çima

Çavreşê çima çima
Lê gulê çima çima
Çavreşê çima çima
Bîlmezê çima çima
Hêsîrên min diherikin
Wek ava behr û çema

Lo lawo tu ciwan î
Tu bi evînî nizanî
Dûr here nabe wanî
Lo memo nebê çima

Ji bona te nexweş im
Ne di min kul û xem a
De were ez te bibînim
Sebra min êdî nema

Ev gula, gula te ye
Evîna dilê te ye
Were min birevîne
Çavê min li riya te ye

Çavreşê çima çima
Lê gulê çima çima
Çavreşê çima çima
Bîlmezê çima çima
Xelkê mirazê xwe girt
Lê gulê ez û tu ma

Lo lawo çima çima
Delalo çima çima
Lo lawo çima çima
Egîdo çima çima
Xelkê mirazê xwe girt
Lo lawo ez û tu ma
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.