Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Delîla Gula Kuvî

Delîla Gula Kuvî

Brader · Şarkı Sözleri
Neçe Delila neçe komcivîna me heye
Tu saza xwe ji bîr neke û konsera te heye
Neçe delîla neçe komcivîna me heye
Saz û hevalan bine û konsera te heye
Dengê Delîla xweş tê çiyan rabûn govendê
Bêhna gulkuvi xweş tê ciyan rabûn govendê
Nêrgiz rabûn ji xewê girtin rêz û silavê
Heval rabûn govendê ketin rêza dilanê
Delîlamin meşiya xumîn keti gelîyan
Gula kuvî hejiya xumin ketî gelîyan
çîyan ketin silave gul û nêrgiz meşiyan
Demsal bune xizmetkar ji ezman nur barîya
Delîla gula kuvî tuye xemla biharê
Şêrina dilê dayê mingina dost û yarê
Deng û awaza kuvî melodiya jiyanê
Tuye remza azadi li sînga Kurdistanê

Gotin û Muzîk: Brader
Sal: 2007
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.