Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Derdên Kevin

Derdên Kevin

Bangîn · Şarkı Sözleri
Derdên kevên kulên giran
Erişdikin mîna guran
Xwe ber didên binê dilan
Wiran dikin can û rewan

Mirên nebû li bi dûr ketim
Ji mala xwe bi der ketim
Nîva şevê bi rêketim
Wekî tija ez ji hev ketim

Li şûn min man dost û heval
Bav û bira û xwuşkên delal
Riya çiyan deş û newal
Mêwên tirî welat û al

Ji bîr meke lo bi der ketî
Ji niştiman bi dûr ketî
Wek sêvekî ji dar ketî
Ser vehesî tu raketî

Helbest: Cankurd
Muzîk: Bangîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.