Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Dîko Dîko

Dîko Dîko

Itîdal Mehmûd · Şarkı Sözleri
Dîko dîko dîkê geş
Va derbas bû şeva reş
Çima nayê dengê te
Rabe ji vê xewa xweş

Dîkê terî bilind sor
Dakev ji ser banê jor
Çêçik mane bê taştê
Ne nan heye ne kulor

Çima nayê dengê te
Rabe ji vê xewa xweş

Dîk hevalê mirîşkê
Derkev ji wê enîşkê
Sibê wê te ser jêkin
Ji bo qitka qidîşkê

Çima nayê dengê te
Rabe ji vê xewa xweş

Dîkê reş û pitpitkî
Ti melayê gundekî
Gundê tev man bê nimêj
Te qîr nekir dengekî

Çima nayê dengê te
Rabe ji vê xewa xweş

Dîk xistin ber girarê
Berê danê êvarê
Zaroka bi hev re got
Savar xweş vê carê

Çima nayê dengê te
Rabe ji vê xewa xweş

Dîko dîko dîkê geş
Va derbas bû şeva reş
Çima nayê dengê te
Rabe ji vê xewa xweş

Helbest: Ferhad Îçmo
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.