Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Dîsa Dora Me Ye

Dîsa Dora Me Ye

Ruşen Alkar · Şarkı Sözleri
Xwînxwar li dû min bû.
Hiş ji serê wî çûbû.
Wî kengî dev li min bikira,
Canê xezala min diêşiya!

Dibêjin, wê sibê ji îro xweştir be,
Lê çima xewa min nayê?
Ger bêdengiya min baştir be,
Bo çi gewriya min tije dibe?

Dibêjin, hiş bin!
Dibêjin, dîsa dora we ye!

Dîsa dora me ye,
Dor dora me ye,
Dîsa dora êşê ye
Êş, êşa me ye!

Mij li ber çavên min bû.
Kulm li ser devê/pozê min bû.
Kengî hişyar bibûma,
Nivîna min di nav xwînê/heriyê de dima!

Dibêjin, wê sibê ji îro xweştir be,
Lê çima xewa min nayê?
Ger bêdengiya min baştir be,
Bo çi qirika min tije dibe?

Dibêjin, hiş bin!
Dibêjin, dîsa dora we ye!
Dor dora me ye!
Dîsa dora êşê ye
Êş, êşa me ye!

Gotin û Muzîk: Ruşen Alkar
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.