Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Duayê

Duayê

Brader · Şarkı Sözleri
Tu yî evîna li bin keviran
Tu yî di dil de êşekî giran
Tu yî brîndara hezar keviran
Duayê duayê derdê dilayê
Duayê duayê şîna malayê
Duayê...

Tu yî şêrîna li ber hemî dilan
Tu yî delalîka dayik û bavan
Tu yî kulîlka 17 e biharan
Duayê duayê derdê dilayê
Duayê duayê rewşa malayê

Duayê...
Çirayên xwe tefandin hemî bajaran
Alayên xwe daxistin nêvî hemî welatan
û ketin sekna şermê serî tewandin
Duayê duayê şerma mêrayê
Duayê duayê serma xortayê

Duayê
Çavên xwe girtin stêrkên ezmana
Ketin hizna duayê birîna dilan
Tu yî brîndara 17 e xenceran
Duayê duayê derdê dilayê
Duayê duayê şîna malayê
Duayê...

Gotin û Muzîk: Brader
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.