Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Em Herin Gund

Em Herin Gund

Hunergeha Welat · Şarkı Sözleri
ez çûm gund mala kalo
mam û metik û xalo
ez çûm gund mala kalo
mam û metik û xalo
buhar bû gul û giya
çûme nav berx û miya
buhar bû gul û giya
çûme nav berx û miya

gel metê çûm bêriyê
min jê re girt serê miyê
gel metê çûm bêriyê
min jê re girt serê miyê
min vexwarî şîr û mast
binê beroşê alast
min vexwarî şîr û mast
binê beroşê alast

piştî kar, berx û pez
me berî daye nav rez
piştî kar, berx û pez
me berî daye nav rez
barê kerê min ê reş
alîk tirî yek zebeş
barê kerê min ê reş
alîk tirî yek zebeş

êvarî em hatin mala
me da metik û xala
êvarî em hatin mala
me da metik û xala
jiyana gunda xweş e
mirov li wir rûgeş e
jiyana gunda xweş e
mirov li wir rûgeş e

xweziya mala me li gund ba
li cihekî bilind ba
xwezîya mala me li gund ba
li cihekî bilind ba
li wir bijîya ma azad
gelek kêf xweş û dilşad
li wir bijiya ma azad
gelek kêf xweş û dilşad
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.