✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Em In

Em In

Xelîl Xemgîn · Şarkı Sözleri
Çiya em in, em çiya ne, rengê me yek in
Dilyar em in, yarê hev in, canê me yek in
Ji kînê me diparêzin, ji neyarên xwe
Em jî nobedarê wan in, weke çavên xwe

Em guliyê çiya ne, em in xemla wan
Cêwiyê dar û çeman e, em bûne ji wan
Kes nikare vemirîne vê evîna me
Kê xwestiye, ew têk çûye, li ber vîna me...

Em siwarê rojhelat in, xwediyê dozê ne!
Sozdarên pakrewan in, bazê li ser çiyan e
Bi bîr û bawer, em dimeşin, hêviya gelan e.
Di herka şevê, li benda rojê, rêwiyên sibê ne!

Gotin: Hekim Sefkan û Xelîl Xemgîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.