Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Eman Bejinziravê

Eman Bejinziravê

Fetoyê Hodik · Şarkı Sözleri
Eman te bejinziravê, darek dara dar qewaxê,
De wê halê dilê mi ra wêşîn dike semtê Wezirmê, Mêrga Axê,
Malî gundîno, wekê sêsed sal emrê mi qirikê Xwedê be,
De bira Xwedê emrê min bide ser emrê te bedewê, lê te qozaxê, dilo.
Eman te bejinziravê, darek dara, dara çûkê,
De wê halê dilê mi ra hêşîn dike,
Semtê Wezirmê, nava sûkê,
Wî malî gundîno, wekê sêsed sal emrê mi qirikê Xwedê,
De bira Xwedê emrê min bide ser emrê te bedewê, lê dev biçûkê, dilo rêyo.
Eman te bejinziravê, darek dara, darşilekê,
De wê halê dilê min ra hêşîn dike,
Orta baxê û şengala lo weş Dêlekê,
Malî gundîno, wekê sêsed sal emrê mi qirikê Xwedê,
De bira Xwedê emrê min bide ser emrê te bedewê, te çevbelekê, dilo rêyo.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.