Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Erê Esmerê

Erê Esmerê

Raman Baha · Şarkı Sözleri
Li asmanê evînê
Heyva min lê esmer e
Xwêdana bin guhara
Baran û him enber e
Dil dîlê dîtna wê ye
Wê kengî pêrgî were
Erê cana min esmer e
Erê cana min esmer e
Erê cana'm, erê cana'm
Erê cana min esmer e

Difirim baskê mi ne
Geh ken û geh kedere
Dûr bim jê bejin ar im
Di sotim bi erê xwe re
Deryakî bê perav e
Min di bê bi pêlê xwe re
Erê cana min esmer e
Erê cana min esmer e
Erê cana'm, erê cana'm
Erê cana min esmer e

Kofiyêt xemil û xêze
Neqşekî somerî ye
Kember zêra dihok e
Çavreşê kobanî ye
Xalxaloka ormî ya
Şekirkî kurmancî ye
Erê cana min esmer e
Erê cana min esmer e
Erê cana'm, erê cana'm
Erê cana min esmer e

Gotin: Kerîmo Jan
Muzîk: Raman Baha
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.