Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Ew Ro Cejn e

🎤 Kazo🌐 KU

Ew Ro Cejn e

Kazo · Şarkı Sözleri
Ewro cejn û seyrana min, de tu were ba min
Hizr û xeyalên te lê lê, naçe'j bîra min
Bûm aşiqê wan çavên te, hey gumana min
Jiyan te'l min kirî zindan, karxezala min
Yar yar yara min

Bi sehera sibê rabûm, ez te nabînim
Wek bulbula nav baxê te, boy te dixwînim
Evindar rûniştin ji hev ra, derdê xwe dibêjin
Dilbirîn in sîtemkar in, kezebbixwîn in
Yar yar xemgîn in

Piştî te dil nadim kesê, bi sond û peyman
Te'j bîr nakim lê nazikê, Encîl û Quran
Dil xwe heram bikim bê te, dilan û seyran
Tu jiyana emrê minê, paytexta dilan
Yar yar malwêran

Gotin: Gelêrî
Muzîk: Kazo
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.