✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Ez Welat im

Ez Welat im

Delîl Dîlanar · Şarkı Sözleri
Ez welat im
Xweş welat im
Bihûşt im ez bê xelat im
Gula baxê rojhilat im
Kurdistan im
Kurdistan im

Bese êdî nekin gazin
Hêvîyê ji kesî nexwazin
Zana bin bi hev ra yek bin
Serbilind bînin bixwazin

Keç û xortên te yê ciwan
Rabûn ketin Cizîra Botan
Ji Amedê heta Agirî
Wek Mem û Zîn bûn evîndar

Keç û xortên li hev hatî
Xebat bikin bi biratî
Pêxin agirê azadiyê
Rizgar bikin vî welatî

Ez welat im
Xweş welat im
Bihûşt im ez bê xelat im
Gula baxê rojhilat im
Kurdistan im
Kurdistan im
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.