Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Ez Werdek im

Ez Werdek im

Paşayê Efo · Şarkı Sözleri
Ez werdeka gola şîn im,
Li ber ava wez dimînim,
Ez maşûqê hemû gula,
Ez dermanê hemû dila.
Ez delal im ez ezîz im,
Gulê çiya ra wez dilîzim,
Gula mazmîz, teyra geş im,
Nav eşqa da ez dimeşim.
Ez kevotka gola şîn im,
Li ber ava wez dimînim,
Ez maşûqê hemû gula,
Ez dermanê hemû dila.
Ez reş im, reşa mala,
Mîna Zîna Memê Ala,
Ez tu dila nahebînim,
Ka ezîzê te nabînim.
Ez kevotka gola şîn im,
Li ber ava wez dimînim,
Ez maşûqê hemû gula,
Ez dermanê hemû dila
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.