Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
Navîd Zardî
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Ezîzekam

Ezîzekam

Navîd Zardî · Şarkı Sözleri
Nazdarekem, dwêşew xewtim, hatîte xeyallî baweşim
Hatît û cîhan yekser rûn bû, buwe dû çawanî geşim
Hatît û henaseket hêna, têkell buwe henasekem
Detgut hemûy wadî hatuwe û herçî awat û tasekem

Destit girtim, destim girtît, dunya bû be mîwanî min
Ew katey to be rohî xot yekser hatît bo jiwanî min
Sîngit kirde ser lêwî min, serim dana leser baskit
Aram, aram gwêm radegirt le zemzemey wişey nasikit

Maçit kirdim, nemdezanî ke em gulle nazim dekat
Fêrî nexmey ewîndarî û bestey soz û sazim dekat
Xoşewîstim, dwênê şewê hatîte xeyall û xew min
Rûnakit kird tarîkayî asmanî nîweşewî min

Ta berbeyan legell to bûm, newîd bexşî jiyanim buwît
Eger bitzanîba azîz hemîşe roh û giyanim bûyt
Êsta hellsawim lew xewne bellam herwa leber çawmît
To xewnît, to rastît, aramî nax û henawmît
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.