♫ ŞARKI SÖZLERİ
Gav
Gav
Seyidxan Sevinç · Şarkı Sözleri
Ez derwêşekî ricimandî me
Heqîba min de tenê navê te
Ez rêwîyekî dêrzemanî me
Li şikeftên bajêr şoperêçên te.
Dîdarên derengmayî gavên mayî keritandin
Bîr naynim, ka min kengê çûkên Xwedê peritandin!
Rê dergûşekî xikûxalî ye
Pêçeka wê de xewnerojkên te.
Di çûyînê de asê nemîne
Gavên xwe ji bîr ke, wekî sîya min.
Gotin: Haymatlos Suad
Muzîk: Seyidxan Sevinç
Heqîba min de tenê navê te
Ez rêwîyekî dêrzemanî me
Li şikeftên bajêr şoperêçên te.
Dîdarên derengmayî gavên mayî keritandin
Bîr naynim, ka min kengê çûkên Xwedê peritandin!
Rê dergûşekî xikûxalî ye
Pêçeka wê de xewnerojkên te.
Di çûyînê de asê nemîne
Gavên xwe ji bîr ke, wekî sîya min.
Gotin: Haymatlos Suad
Muzîk: Seyidxan Sevinç
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.