✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Gelê Kurd

Gelê Kurd

Hesen Sipan · Şarkı Sözleri
Li cîhanê gel tev azan e
Hêsîr û belengaz em mane
Axa bav û kalê me ka ne
Em be war û bê cîh mane

Gelê Kurd dest bidin destê hev
Qelpîtiyê ji nav xwe rakin
Ji bin zilm û zorîya dijmin
Welatê me azad kin

Bes e birano êdî bes e
Ev çend sal ji me re nebû ders e
Êdî xwîn di canê me de nema
Diherike wekî çema

Gelê Kurd dest bidin destê hev
Qelpîtiyê ji nav xwe rakin
Ji bin zilm û zorîya dijmin
Welatê me azad kin

Ev çi zeman û ev çi qirn e
Welatê me par par kirine
Ked xweydana me ji xwe re birine
Zilm û zorî ji me re mirin e

Gelê Kurd dest bidin destê hev
Qelpîtiyê ji nav xwe rakin
Ji bin zilm û zorîya dijmin
Welatê me azad kin

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.