✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Govend

Govend

Azad Bedran · Şarkı Sözleri
(Nîşe: Ev ji çend stranan pêk tê.)

-----

GUL ŞÊRÎNÊ

Gul şêrinê gûlistanê
Gul bibîne hayastanê
Pelê gûzan ser fîstanê
Sozek damin zivistanê

Kurdistane bûka salê
Xorta dînkir şiyand malê
Xorta dînkir şiyand malê
Çavê xorta tim li balê

Çavkanî: Radyoya Êrîwanê

-----

TEW TEW DÎLANÊ

Tew tew gîdiyê dîlanê
Xweziya min Kurdistanê
Havîne zivistanê
Dilêm kêyf û dîlanê

Kurdistan deşt û çiya
Kemilî gûl û giya
Berîn ket berx û miya
Pez hate ser bêriya

Welatekî şêrîne
Deşt û zozan hêşîne
Serxwebûn û azadî
Hertim daxwaziya min e

Çavkanî: Radyoya Êrîwanê

-----

KURDÎSTANÊ

Kurdistanê kurdistanê
Tu şêrîna ber dilayê
Gul û sosin nav baxên te
Çem û kanî ser bejna te

Tu delalî tû bihişt î
Kûlîlka nava sorgûla
Tu şêrînî tu hesretî
Can û malê me kurdayî

Şer bilind bû gel pêra bû
Doz bi doza şêrên te
Baz û piling şêr û leheng
Bûne qurban tew ji bo te

Gotin û Mûzik: Seyîtxan (Koma Berxwedan )
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.