♫ ŞARKI SÖZLERİ
Gulfiroş
Gulfiroş
Ferhad Merde · Şarkı Sözleri
min go gulfiroş!
bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe
him şev û him roj!
ji te memnûn im
li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş !
ji ber ku îro ez penaber im.
qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş !
naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im?
ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim
lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im !
buxçika min li ser milê min e ez ê herim û herim,
min ne bawer e carek êdî ez dê vegerim.
ji ber ku îro ez penaber im!
li her wargehekî min gulek çand.
lê mixabin îro, çavê xurbetiyê kor be!
çimkî ji rengê gulên xwe bê pêjn û bê xeber im?
ger yek ji min bipirse, dosto; tu dixwazî li gulan bigerî??
ez ê bêjim ?na, bi qurbana çavê te bim, tovê gulan di buxçika min de
pir in,
ez li warê gulan ez digerim?
qey tu nizanî ez jî weke bilbileke li ser çiqulekî dareke şikestî,
birîndar im wek ku ez jî bi xem û kul û keser im !
ger te ya dilê min bizanibana dosto,
ger te ya dilê min bizanibana dosto,
bi tenê te yê nas kiribana jîna wiha bê çav û bê dest û bê ling û
herim !
çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,
çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,
ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im,
ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im.?
lê çi bikim, îro, ez penaber im !
Helbest: Xêro Abbas

Değerli Ziyaretçilerimiz..
Web Sitemize Üye olarak.. Kendinize ait veya Sevdiğiniz Şair Sanatçıların,Şiir Ve şarkılarını Paylaşabiliriniz.
Siz değerli üyelerimiz için Özel Yapılan Panelde içeriklerinizi Konrol edebilir Beğendiğiniz şarkıları şiirleri Favori Listeleri oluşturabilir Paylaşabilir ve Diğer Üyelerimiz ile Sohbet Edebiliriniz.
Web sitemizde Sıkılmayın Diye.. Oyunlar Bölümü Ekledik Oyunlar'da ister Tek başınıza ister Online Diğer üyelerimiz ile Oyunlar oynayabiliriniz.
Üye panelinde Sayamacağımız Kadar Özellik var. Üye olun ve Görün.. :)
Destediğiniz için Şimdiden Çok Teşekkürler.
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.