✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Gundê Şamîramê

Gundê Şamîramê

Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv · Şarkı Sözleri
Li bestê ye gundê me,
Aliyê rastê geliyê me,
Binê te re kurik e,
Jorê topê kupik e.

Şên û xweş e gundê me,
Bax û rez e gundê me,
Rê û dirb e gundê me,
Xerîbdost e gundê me,
Xemlê te ne hemû tab,
Ka û kubar Şamîram.

Cotkanî ne gundê me,
Navê Enzel gundê me,
Zeviya Eynê pala te,
Seregola rewşa te.

Şên û xweş e gundê me,
Bax û rez e gundê me,
Rê û dirb e gundê me,
Xerîbdost e gundê me,
Xemlê te ne hemû tab,
Ka û kubar Şamîram.

Hesinî ne gundiyê te,
Navnamûs in gundiyê te,
Destemel in gundiyê te,
Hurmet siyan e bona te

Şên û xweş e gundê me,
Bax û rez e gundê me,
Rê û dirb e gundê me,
Xerîbdost e gundê me,
Xemlê te ne hemû tab,
Ka û kubar Şamîram.

Navê şîrîn gundê me,
Qedîmiye warê me,
Xêr û cinet gundê me,
Her tim li ser zarê me.

Şên û xweş e gundê me,
Bax û rez e gundê me,
Rê û dirb e gundê me,
Xerîbdost e gundê me,
Xemlê tene hemû tab,
Ka û kubar Şamîram.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.