✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Hebû Tunebû

Hebû Tunebû

Serhat Çarnewa · Şarkı Sözleri
Hebû tunebû ax
Hebû tunebû
Welatek bêsinor
Kurdistanek hebû
Hebû tunebû
ax hebû tunebû
welatekî seranser
Kurdistanek hebû
Xewna Ehmedê Xanê
Dilê Meleyê Cizîrî
Tu helbesta Cigerxwîn
Navê şirîn Kurdistan

Binêre şareziyên xwe
Binêre koşk û bircên xwe
Mîtanî û Medên te
Merwan û Şedadiyên te
Kurmanc û Soranên te
Zaza û Goranên te
Kurdistan baxçê gulan
Kurdistan stêrka şevan

Hebû tunebû ax
Hebû tunebû
Welatek bêsinor
Kurdistanek hebû
Hebû tunebû
ax hebû tunebû
welatekî seranser
Kurdistanek hebû

Binêre deşt û çiyayên xwe
Binêre gund û bajarên xwe
Wêran kirin bax û baxçên te
Şewitandin mal û dewlên te
Qirkirin keç û xortên te
Koçberkirin jin û mêrên te
Kurdistan baxçê gulan
Kurdistan stêrka şevan

Gotin: Mehmet Gultekin
Muzîk. Serhat Karakaş
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.