Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Holhola Teşiyê

Holhola Teşiyê

Derwêş Serhedî · Şarkı Sözleri
Holhola teşî tê (kulîyê) destê yarêda
Te(li) wetinê sêveke, çilka darêda
Îsal ez hîştim û çû mal a mêrkir
Me(li) nîşan(sozek) dabû hev,çend sal berêda

Min digo can,wê digo can,can can ez qurban
Gotinên mê şîrînbûn,bi hub a dilan
Kê bawerdikirkî emê ji hev bibin
Dev ji me bernedan fesad û eban
(Ketin dev rîyame)

Ka bêjin yarê ra çima xwe şaşkir
Dest dida destê min,me(li) keyf û eşq kir
Bo bîhna xwîdana mın,xwest û min dayê
Destmal’a min cemê gello wê peçkir

Ber derê bavê xwe pez dida bêrî
Ez derketim pêşîyê,me(li) hev nêhêrî
Min silav lêkir(bi) ken,wê awrî dan min
Go: ‘Derwêş her qurban,ew çax buhurî’

Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.