✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Hucra Tarî

Hucra Tarî

Hozan Kawa · Şarkı Sözleri
Ketim hucra reş û tarî
Min dît li min valaye
Heyfa çavên reş û belek
Lê çi bi halê wefaye
Piştî çavên reş û belek
Çibikim ji malê dunyayê

Çaxa min xwe dît li vê dinê
Her tim li min belaye
Xweda ma qey kesek tune
Ji xêynî min li vê dunyayê
Çi dinyakî derewîne
Çima dawî lênayê

Dikim qêrîn, dikim gazî
Kes li hawara min nayê
Ewê ketî kes lê tune
Tu kesî dest nedayê
Tenê mame li vê dinê
Min ne dost û biraye
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.