Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Jin im Jin im

🎤 Hanî🌐 KU

Jin im Jin im

Hanî · Şarkı Sözleri
Jin im jîn im ez jiyan im
Firîşta mîhr û baran im
Ez im kanya eşq û vînê
Taca ciwanya cîhan im
(Serbend)

Ferhad nîne bêy Şîrînê
Nîne Mem nîne bêy Zînê
Teyr û tewal çend bi firrin
Her dê hêne ser hêlînê
(Benda yekê)

Bihêlin ez bimînim ez
Miroveka pirr hest û hez
Xewn û hîvîş bi wekhevî
Azad bijîm bêy tirs û lerz
(Benda duyê)

Meyan û Mîna û Leyla me
Margirêt û Delîla me
Li başorî pêşmerge me
Li bakorî gerîlla me
(Benda dawyê)
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.