Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Jiyana Şehîdan

Jiyana Şehîdan

Bengî Agirî · Şarkı Sözleri
Em tenûra sar û bêdeng, va bi xwînê himhimî
Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî
Dehil û zevî şîn û zer bûn, sorgenim simbil gihan
Nanê jiyanê şehîdan, çi ji bona me pijî.

PKK jiyan vejandî, fikra însan nameyan
Top û zincîr wa şikandî, toz û gemar daweşand
Pezkê wînda li çola bû, çi şivanê ber mîhan
Dayka berxika xwî anî, xiste nav gul û giha

Em tenûra sar û bêdeng, va bi xwînê himhimî
Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî

Nûker û dijmin xuya bûn, poz li wan hat zîvirîn
Ketine ber keysa gerîla, li newalan gincirîn
Tehtê palo sîng vegirtin, li çiyayên Agirî
Dûr kete xefka şivanî, Kurdistan lê sincirî

Em tenûra sar û bêdeng, va bi xwînê himhimî
Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî

Teyir û tilûrên mihacir, behsa hêlînan dikin
Penpenîk serbest li agir, li tewafê fitilî
Tovê serbestî we çandî, hûn şehîdê nemirin
Tac û roniya gelan e, agirî venamirî.

Em tenûra sar û bêdeng, va bi xwînê himhimî
Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.