✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Kêf Kêfa Me ye (TewTew)

Kêf Kêfa Me ye (TewTew)

Kîne Em & Beng · Şarkı Sözleri
Ûûûf, keçê tu kîye,
hela bêje, navê te çîye,
gulpekê ji bîra min vexwe,
niha tu jî wek min tîye,
tu ji ku yeee?
Çîroka xwe bêje,
netirs delalê,
tu bixwaze ez îşev li cem te me,
narim malê, çavxezalêêê.
Jibo van peyvan ezê rojekê bêm kûştin,
lê ez dibêjim,
natirsim,
lê belkî ew jî ji bo ku ez serxweş û gêjim.
Ji ber vê alkoholê,
bîna beratê ji cîgera min tê,
qedeha min dagre,
bê whisky yê sebra min hîç nayê.
Ev ne ti heyate û min ji vê dinyê tiştek fam nekir,
min kir nekir keçika serxweş çekê xwe ji xwe nekir,
devê xwe avêt sînga wê, şîmaqek baş bi min vekir!
Ûlan pûşt, çi îşê te jê,
wê rojek bê ez nema di êşim,
goştê golika dibrêjim.
Tew tew!
Nan, kebab!, îsot, pîvaz, mirîşk û bacan,
Dam dîgî dîgî, dîgî dam dam!

Tew tew,
nikarim bisekinim û ez nasekinim!
Tew tew tew,
de werin emê vexwun heya em bimrin!
Tew tew,
ev şev şeva meye,
kêf kêfa meye.
Tew tew tew tew tew!

Pel û tûtinê derdixim,
çixarê ji xwe re dipêçim,
agir didêmê, vêdixim,
radibim dikevim dîlanê.
Ji evîna te ez ketme halê kûçika,
kuç û miça gerîyam,
kes nedît wek te xweşika!
Ez ne ti gû me,
lê dilê min di tedi heye,
ev şeva reş, şeva min û teye,
ûû keçê tu çi bimbeye.
De wer wer,
canê xwe bihejîn,
li ber sazê xweş û evîn,
guh tu kesî nede,
pera biçirîn!
Keçê dixwaze perçakî ji min,
ez nerm û germim, wek nanê tenûrê,
bizîzim, wek têlê tembûrê.
Çixarê vêxistî dihêlim,
bi qirika şûşê digrim,
textor dibê salek ji min re maye,
lê ez natirsim.
Qedehek din,
cîn û ava pirtiqala,
çepik, kêf û stirana,
ezê bifetisim di nav dixana van çixara!

Tew tew,
nikarim bisekinim û ez nasekinim!
Tew tew tew,
de werin emê vexwun heya em bimrin!
Tew tew,
ev şev şeva meye,
kêf kêfa meye.
Tew tew tew tew tew!

Gotin: Kîne Em
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.