Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Kelha Bazîdê

Kelha Bazîdê

Hevdeng · Şarkı Sözleri
Tu gulek rabû li Hîzanê
Barkir barek li cebilxanê
Çadir vegirtin li dora Wanê
Leşker çêkir ji Kurdistanê

De tu rabe roniya çavê min
Te agirek berdaye dilê min
Şewitandiye dil kezebê min
Mîr Celaledînê mîrê min

Kelha Bazîdê bi hedîse
Tev digeriya moskov îngîlîz e
Curê mîrê min dazdeh kîs e
Dor Bazîdê girtin namûs e

Elî paşa xêrê nebîne
Rum bêbext e tim derewîn e
Fîncana jehrê ji jêr tîne
Ber çûkê mîrê min datîne
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.