Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Kurdistan

Kurdistan

Zekeriya Abdulla · Şarkı Sözleri
Gwêt binê be kêl û qebrî
Şehîdewe hawar deka
Gwêt binê be dil û sîney
Çiyatewe hawar deka

Her hemûman le sengerî
Pêşewe dayn, ey kurdistan
Le rêy to da her le rîzî
Pêşewe dayn, ey kurdistan

Bûnî ême, bûnî to ye û
Bûnî êweş, bûnî ême
Jiyanî to, azadî to
Yeksane be mergî ême

Çon denewê ke baban û
Badînanit legelta ye
Dar û berdî germiyan û
Hewlêreket legelta ye

Çon denewê ke efrîn û
Mehabadit legelta ye
Xelk û hozî lay qamîşlî û
Mardîneket legelta ye

Swên be newroz, be raperîn
Swên be mêjûy sedan sal e
Swên be rûbarî koç û xwêna û
Be azadî sedan sal e

Le yad naçî, ey kurdistan
Hemîşe to le dilmanay
Wek henase le gerû da
Hemîşe to le bûnmanay

Xem netgrê, lê nagerên
Em beharet bisûtênin
Carêkî tir dilî sedan
Daykî şehîd bibirjênin

Hizirnekey dê lê minî
Her dê xewna pêvebînî
Serê garey her avake
Tu warê min naçerînî

Çi eskender, çi zeynefûn
Berî te li vêre peydabûn
Welatê me lê bû agir
Hemû tevda revîn û çûn

Her çekê bo me pîlana
Dê agehdarkem şivana
Rêvaz gazdiket: ez û tu
Pêkve naçî çi dîwana

Ser hellbire û reşebay
Xencerî kurd dinyay tenî
Kurrekanî to her wek hello
Diwa sinûrî dinyay tenî

Îtir billê: ey kurdistan
Des têwerdan çon zat deka
Dem û lêwî pêkenîn û
Jiyanî to qufil bika
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.