Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Lawikê Xwendekar

Lawikê Xwendekar

Zîna Şemo · Şarkı Sözleri
Lawikê min î xwendkaro,
Ilmê dinê bixwîne,
Tu bîr neke rêka gund,
Gul û sosin vebûne.
Gundê me xweş û rengîn,
Wek bajara bedew e,
Lê çavreşa mîna min,
Dibe tê da tune be.
Lawikê min î xwendkaro,
Ilmê dinê bixwîne,
Tu bîr neke rêka gund,
Gul û sosin vebûne.
Lêvê min î sor sosin,
Rengê gul û hinara,
Min ê te ra nixamtiye,
Naçilmise tu cara.
Lawikê min î xwendkaro,
Ilmê dinê bixwîne,
Tu bîr neke rêka gund,
Gul u sosin vebûne.
Cot memikê ziyaretê,
Te ra tizbî karbar im,
Nadî mi da rihetî,
Bûy eşqa te dinalim.
Lawikê min î xwendkaro,
Ilmê dinê bixwîne,
Tu bîr neke rêka gund,
Gul û sosin vebûne.
Lawikê min î xwendkaro,
Gundê xwa şaneşîn e,
Li hêviya te me delalo,
Kanê sozê dinyayê.
Lawikê min î xwendkaro,
Ilmê dinê bixwîne,
Tu bîr neke rêka gund,
Gul û sosin vebûne.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.