Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Lê Lê Dayê

Lê Lê Dayê

Zinar Sozdar · Şarkı Sözleri
Ey bazên serbilind lezkin
Herin cem hevalên min
Bi dilxweşî û dilşahî
Bibêjin silavên min

Ev çend sal e ez xerîbiyê
Dişewite kezeba min
Wek bilbilan dixwîne
Xwîn dirije cigera min

Lê lê dayê lê lê dayê
Xerîb geriyam li dinyayê
Min ji vê dinê xêr nedî dayê dayê
Bê te sebra min nayê

Dema dikevî bîra min
Dost û heval yara min
Êş dikeve serê min
Hêsir vanê çavê min

Tu cara bîra min naçe
Deşt zozanên gundê min
Xem û xeyalên hevalan
Wek xewn tên ber çavê min

(Dîsgotin)

Ez ditirsim te nebînim
Bi vê hesretê bimrim
Bira werin ser tirba min
Dê û bav û dildarê min

Bila hemû xwe re wayînin
Gulekî nav baxçê min
Bi rengê kesk sor û zer
Bixemlînin mezelê min

(Dîsgotin)
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.