✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Lo Berde

Lo Berde

Gulîstan Perwer · Şarkı Sözleri
Şevek di nîvê şevê da lo di giraniya xewê da
Destê xwe da destê min lo bin roniya heyvê da
De berde de berde lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e lawiko destê min berde

Te min didî li hewzê gulan, sibê, nîvro û êvaran
Dest avête gerdenê lo, xişîn kete guharan
De berde de berde lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e lawiko destê min berde

Tucara te ji bîr nakim lo ser te re kesî nakim
Ger sed sal jî derbasbî lo, soza xwe xera nakim
De berde de berde lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e lawiko destê min berde
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.