Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Lo Çemo

Lo Çemo

Bermal · Şarkı Sözleri
Ez çiyayê dilê te me
Rêhevalê bejna te me
Dayîka xeyalê te me
Hemû wextan bi te re me lo Çemo

Tu ava çemê jiyanê
Zarê diyarê Mûnzûrê
Kenek li ser rûyê axê
Tu siwarê azadiyê lo Çemo

Ez Dêrsîm im Dêrsîmê te
Ciwaniya hêviyên te
Ez Dêrsîm im çiyayên te
Ciwaniya hêviyên te

Tîna/Şewqa çavên te bû hêvî
Ji bin derstîyan gelan re
Dengê te bû sitran şawq da
Ji hemû demên xerîb re lo Çemo

Tu ava çemê jiyanê
Zarê diyarê Mûnzûrê
Kenek li ser rûyê axê
Tu siwarê azadiyê lo Çemo

Ez Dêrsîm im Dêrsîmê te
Ciwaniya hêviyên te
Ez Dêrsîm im çiyayên te
Ciwaniya hêviyên te
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.