✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Mêrdînê

Mêrdînê

Seyrana Mûsa · Şarkı Sözleri
Mêrdîn e xwaş Mêrdîn e,
Berda xîxar e, biniyê da cew e jê kanî ne.
Baldar im lo wî lo lo wî lo lo,
Way xwîndar im lê wî lê lê wî lê lê.
Mêrdîn e xwaş Mêrdîn e,
Berda xîxar e, biniyê da cew e jê kanî ne.
Meriv here bajarê Tilîbîsê,
Nava qîz û bûka, eqil sevda hilîne,
Xeme xeyalê xortê pê birevîne.
Baldar im lo wî lo lo wî lo lo,
Way xwîndar im lê wî lê lê wî lê lê.
Mêrdîn e xwaş Mêrdîn e,
Berda xîxar e, biniyê da cew e jê kanî ne.
Wezê eyneke gozel dinihêrim,
Sêsid sê cot zêrê xobanî ne.
Wezê rabim yekê bişînim xwezgînî,
Wekî dabû nedabû,
Wezê kewa gozel birevînim gundekî der e.
Xwîndar im lo, wî lo lo, wî lo lo,
Wey xwîndarê bejna te me, wî lê lê wî lê lê way.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.