✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Min Çi Kiriye

Min Çi Kiriye

Heval Îbrahîm · Şarkı Sözleri
Min çi kiriye dilbera min tu li min dilmayî !?
Çi dildar cûda nabin wisa bi sanahî
Ji dûriya te ez ê mayîm ku zû da mayî
Ax bo xem û tariya min nîne dûmahî !
Evîna min zarokek e, ya ji çavê te bûyî
Kes cegera xwe nakûjît zalim bo ya hoy !?
Ser û samanêt mirdinê bawer bike tu yî
Bo çi te ez hêlam tenê te bar kir û çûyî
Şeva tarî çend dirêj bit roj dê her helêt
Zistan çend tîj û dijwar bît bihar her dêhêt
Dîsan viyan ger ya dil bît rojek her dêhêt
Her dildarek bo hêlîna xwe dê wegerêt
Min çi kiriye dilbera min tu li min dilmayî
Çi dildar cûda nabin wisa bi sanahî
Xerîbiya te ez ê mam ku zû da mayî
Ax bo xem û tariya min nîne dûmahî.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.