✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Nêrgiza Xamtirî

Nêrgiza Xamtirî

Hesen Şerîf · Şarkı Sözleri
Te çav nêrgiza xamtirî
Por mîna pêlên xabîrî
Pira berî bejna te ye
Herdem û gav min tu li bîrî
Nazik evînî û esmerî
Semyan û tac û serwerî
Pîrozî wek serê Cûdî
Camek ji ava kewserî
Berî hingaftina çavan
Te êxistim xefk û dava
Deng û peyvên te yên şîrîn
Agir xiste nêv hinava

Gotin: Edîb Çelkî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.