Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Nebêje Na

Nebêje Na

Strango · Şarkı Sözleri
Çi bêjim ez mebê: Na na
Guhê min tim li ber ‘’Na’’ ye
Bi vê ‘’na’’ yê te şîşa sor
Di nêva dil da badaye

Tu zanî ‘’na’’ çi dijware?
Ji ber wê dil tijî are
Perîşan û giranbare
Bihara dil çi ‘’na na‘’ ye?

Ji ber nayê dinalim ez
Wekû nayê dikalim ez
Nizanî pîr û kalim ez
Me fersende bernedaye

Mi dil suhtî ji ber nayê
Were guhdêrê ber nayê
Dikin gazî werin rayê
Ku ev paye hemî ba ye

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Strango
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.