Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Negrî Dilê Min

Negrî Dilê Min

Avesta · Şarkı Sözleri
Negrî dilê min (lo lo) tu nelorîne
Hêsirê janê janê tu nebarîne
Wan rojê me nî xweşî di bîra xwe dibîne
Me dîsa bê xew nehêle dilo

Tunebûna te (lo lo) ez qebûl nakim
Terkî dinya bim dilo ez ê ji vir bar kim
Xwelîya tenêtîyê li serê min neke
Vê dinyê'm tenê nehêle dilo

Dîsa şev zîz bû (lo lo) ser serê min e
Doşek û balîf dojeha min e
Ew ken û henekê te ber çavê min e
Bê te ev dinya ne li gora min e

Va meh derbas bû (lo lo) deng ji te nayê
Dilê qoserî cano te agir dayê
Nîyaz û qerîna me çû erşê xwedê
Taqatê bi'd xwe çava vek dilo

Gotin û Muzîk: Avesta
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.