✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Nemînim

Nemînim

Efoyê Esad · Şarkı Sözleri
Were wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî bavo,
Wî lo bavo, me li germê vê germistanê,
Wî lo keko, me li germê vê germistanê.
Erê nema çadir xêvetê bavê Edo lêdane,
Girê Xebxebê texûbê Îranê,
Were nemînim, nemînim, nemînim apo lo ji dinyayê.
Were çadir xêvetê, bavê Edo lêdane,
Girê Xebxebê texûbê Îranê.
Heçî gava ser bavê Edo bû xelaya mêra,
Erê bira hewara wî bata çend siyarekê lo eşîretê,
Wî na wele, eşîr eşîra lo Kurdistanê,
Were nemînim, nemînim, nemînim apo lo ji dinyayê.
Wî lo bavo, bavê Edo siyarî bozekî yekta ye,
Wî lo keko, bavê Edo siyarî bozekî yekta ye,
Goz bin bavê Edo da tê fena ba ye,
Şade şûdê bavê Edo gelekî gelek hene,
Topraxa Romê xera kiriye bûna namûsê xîreta kurda ye,
Were nemînim, nemînim, nemînim apo lo ji dinyayê.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.