Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Perwane

Perwane

Babetna · Şarkı Sözleri
Ji hemû cengên cîhanê dûr
Ne xem e têkçûn serfirazbûn
Asîmanê şîn zeviyên hêşîn
Bang dike li min buhara pêşîn

Digerim li vir
Sibeye li wir
Perwane me ez
Dora min agir
Guliyê dara sor
Digerim li dor
Perwane me ez
Vegera min zor

Ne zagonên we ne vîn û dewlet
Na na naxwazim zêr û serwet
Li ser serê min asîmanek şîn
Zeviyên hêşîn bê minnet

Ne durim ne nêz
Dilşad û bi hêz
Ne dereng ne zû
Tam wext e îro
Destên min hêvî
Ser min dibare
Perwane me ez
Rêya min ronî

‌Digerim li vir
Sibeye li wir
Perwane me ez
Dora min agir
Guliyê dara sor
Digerim li dor
Perwane me ez
Vegera min zor

Hozan: Berivan Ayaz
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.