✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Qaz Werdekê

Qaz Werdekê

Xalitê Bego · Şarkı Sözleri
Mi go divê qazê gote werdekê,
Were wemê destê hev bigrin berê xwe bidine kavila gola vê Sînekê,
Eman divê sing û berê kawa gozel, kawa xezala mi wisan e mîna gûzê
Adilcewazê, wê zebeşê Benekliyê ax, sêvê deşta Wejtereke, xerîb ez im poşman tu yî.
Eman divê, wezê qaziyê bi qaziya wê Edenê,
Wê biharê malê me çûne, wez û tu maye deştê li germê tenê,
Eman divê sing û berê qaziya mi werdeka mi wisan in lê mînanî topa Mamûd axa,
Merî ba biharê da qurmîş ke bide li ber derê birca lê bedenê,
Avê xerîb ez im, de poşman tu yî.
Mi go xweziya canê mi go, bengî sed car bengî,
Gede lawikê minê sekiniye derê malê, şalê şapik qawerengî,
Wî lawiko malxirabo, te yê dêrisê gunda da ne ez xwestim ne revandim,
Kirime desmaleke li ser destê xwe alandim,
De mi evdala xwedê kiriye gazî, kiriye dengî.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.