Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Rojên Tarî

Rojên Tarî

Bro Omerî · Şarkı Sözleri
Mijê girt ser welatê min
Ka heyv û ro?
ka asîman?
Mijê girt ser welatê min
Ka heyv û ro?
ka asîman?

Ket ser şar û..
Kelehên min
Tîr têr naçe mijek giran
Ket ser şar û..
Kelehên min
Tîr têr naçe mijek giran

Ava sipî bi çavan de hat,
Rê û rêçik..
Tev winda ne
Ava sipî bi çavan de hat
Rê û rêçik..
Tev winda ne

Li berya min
Aso dûr e!
Bergeha min
Bûye leylan
Li berya min
Aso dûr e!
Bergeha min
Bûye leylan..

Derdan heland
Hinav û dil
Diaxivin kul û birîn
Derdan heland
Hinav û dil
Diaxivin kul û birîn

Janê daye dilê bi kul
Ji ber daxan dikim qîrîn
Janê daye dilê bi kul
Ji ber daxan dikim qîrîn

Dikim hawar!
Gazî dikim
Li heval û li cîranan
Dikim hawar!
Gazî dikim
Li heval û li cîranan

Ji birînan nêm bicok in
Ji çavên min çemên bi xwîn
Ji birînan nêm bicok in
Ji çavên min çemên bi xwîn.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.